Kulçeyên zêrîn ên dîrokî ji Muzexaneya Neteweyî ya Şamê hatin dizîn
Roja Yekşemê Muzexaneya Neteweyî ya li paytexta Sûriyeyê Şamê bu hedefa diziyan.
Roja Yekşemê Muzexaneya Neteweyî ya li paytexta Sûriyeyê Şamê bu hedefa diziyan.
Li gorî AFP’ê, dizan şeş kulçeyên zêr ji beşa "antîkên klasîk" a Muzexaneya Neteweyî ya Şamê dizîn û reviyan.
Muzeya ku yek ji saziyên çandî yên herî girîng ên welêt e û berhemên dîrokî yên serdema Yewnanî, Romayî û Bîzansî lê hene, piştî bûyerê ji ber sedemên ewlehiyê bi demkî hate girtin.
Piştî bûyerê hin karmend û peywirê ewlehiyê di çarçoveyê lêpirsînê de hatin binçavkirin û piştre hatin berdan.
Di dema şerê navxweyî de, gelek muze û deverên dîrokî yên li Sûriyeyê hatin talankirin û gelek berhemên dîrokî derxistine dervî welêt û firotine torên qaçax ên navneteweyî.